Bihayê bermîla petrola Brent 53 dolaran derbas kir
PeyamaKurd – Di despêka sala 2021an û beriya civîna OPEC+ bihayê petrola brent bi awayekî berçav li bazarên cîhanê bilind bû.
Li gorî amarên dawî yên bazarên cîhanê niha bermîlek petrola xav a Brent ji sedî 2.32 bilind bû û gihîşt 53 dolaran.
Herwiha bermîlek petrola sivik a Teksasê jî ji sedî 2.10 bilind bûye û gihîştiya 49 dolar û 54 sentan.
Tê ragihandin ku zêdebûna bihayê petrolê ji ber pêdiviya bazara Çînê ya petrolê ye ku ligel zêdebûna vîrusa Koronayê li Brîtanya û pêkanîna rêkarên giran jî nirxê wê bilind dibe.
Biryara di civîna meha Sibatê ya OPEC+ de, biryara kêmkirina berhemanîna petrolê bê standin ku dibe rojane 500 hezar bermîl bê kêmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin