Bihayê bermîla petrola brent gihîst 60 dolaran

05 February 2021 21:32 0 dîtin
Bihayê bermîla petrola brent gihîst 60 dolaran

PeyamaKurd – Li bazarên cîhanê nirxê bermîla petrola Brent zêde bû û gihîşt nêzîkî 60 dolaran.

Bihayê bermîla petrola Brent ku doh 4ê Sibatê heta 59,12 dolaran bilind bûbû, îro jî nêzî 60 dolaran ku ji danê sibehê ve bilindbûna nirxê wê hê jî zêde dibe.

Hevdem nirxê bermîla petrola xam a Texas a Rojava (WTI) jî di bazarên cîhanê de 56,62 dolaran tê firotin.

Wekî sedema zêdebûna bihayê petrolê, zêdebûna daxwaza petrol û sotemeniyê li Amerîkayê tê nîşandan. Herwiha yek ji sedeman jî zêdebûna dahatên kompaniyên cîhanî ye.