Bihayê Lîreyê Tirkî li hember Dolar bû 8.05 Lîre

22 March 2021 10:35 0 dîtin
Bihayê Lîreyê Tirkî li hember Dolar bû 8.05 Lîre

PeyamaKurd – Piştî Serokê Banka Navendî Nacî Agbal, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji kar hat dûrxistin, bihayê Lîreyê Tirkiyê li hember Dolarê Amerîkî bi awayekî berçav daket. Dolarekî Amerîkî do şev bi 8.40 Lîreyên Tirkî bû, îro bû 8.05 Lîreyê Tirkî.

Do bihayê her Dolarekî Amerîkî, li hember lîreyê Tirkî 8.40 bû, lê îro bilind bû û bû 8.05 Lîreyê Tirkî.

Herwiha ji destpêka îsal ve heta niha Lîreyê Tirkî %20 buhayê xwe li hember dolarê amerîkî ji dest daye.

Pisporên darayî û aborî, bilindbûna rêjeya enflasyonê li Tirkiyê weke sedemên sereke yên daketina bihayê Lîreyê Tirkiyê, li hember pereyên biyanî û bi taybet Dolarê amerîkî dibînin.