Bihayê lîreyê Tirkî li beramber Dolar û Euro dîsa daket
PeyamaKurd – Bihayê lîreyê Tirkî li beramber Dolar û Euro dîsa daket. Dolarekî Amerîkî bi 17.10 lîreyên Tirkî û Euroyek jî bi 18.19 lîreyên Tirkî ye.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan do 7ê Hezîranê eşkere kir, faîzê bilind nakin û berovajî wê, dadixînin. Piştî axaftina Erdogan, bandor li bihayê lîreyê Tirkî bû û bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî zêdetir daket.
Herwiha hat zanîn, îro li bazarê Dolarekî Amerîkî bi 17.10 lîreyên Tirkî ye û Euroyek jî bi 18.19 lîreyên Tirkî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin