Dolar îro jî li beramber Lîreyê Tirkî rekoreke dîrokî sikand

22 October 2021 13:59 0 dîtin
Dolar îro jî li beramber Lîreyê Tirkî rekoreke dîrokî sikand

PeyamaKurd – Bihayê Dolar û Euro îro jî li beramber Lîreyê Tirkî rekoreke dîrokî şikand. Her Dolarekî Amerîkî, îro di saet 10.25an de bi 9.65 Lîreyê Tirkî û bihayê her Euroyekê jî gihîşt 11.25 Lîreyan.

Piştî biryara do ya Banka Navendî ya Tirkiyê ku rêjeya faîzê ji %18 daxist bo %16, Lîreyê Tirkî, berdewam bihayê xwe li hember Dolarê Amerîkî û Euro ji dest dide.

Îro jî bi vebûna bazar û borseyan, daketina bihayê Lîreyê Tirkî li beramber Dolarê Amerîkî û Euro rekoreke nû tomar kir. Li gorî daneyên Doviz.com, buhayê Dolarê Amerîkî îro di saet 10.25'an de gihîşt 9,65 lîreyan, herwiha Euro jî derket 11,25an.

Herwiha di saet 11.20an de, bihayê Dolarê Amerîkî li bermaber Lîreyê Tirkî gihîşt 9,62 û Euro jî gihîşt 11,22an.