Nirxê dolar li beramber lîreyê Tirk gihîst asta herî bilind a 2022yan
PeyamaKurd – Piştî betlaneya 10 rojan a Cejna Qurbanê dolar li beramber lîreyê Tirk dîsa bilind bû û nirxê dolar îro 19ê Tîrmehê gihîşt 17.60 lîreyê tirkî.
Ji destpêka sala 2022yan ve nirxê dolar li beramber lîreyê tirk ji %30 zêdetir bûye û hîn jî bilindbûn digel firotina rezerva dolar ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve dewam dike.
Herwiha cara yekem nirxê dolar û euro jî bûne wekî hev ku dolar li gorî lîreyê Tirk euro jî derbas kiriye.
Ji serê salê ve nirxê lîreyê tirk %30 zêdetir kêm bûye û ev jî bûye sedem ku enflasyon û bihayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bigihe asta xwe ya herî zêde.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin