Nirxê dolar li hember lîreyê tirk rekor sikand!
PeyamaKurd – Bi vekirina bazar û borseyên diravan ên Tirkiyê re, îro roja Înê nirxê dolar li hember lîreyê tirk careke din rekor şikand û gihîşt nêzîkî 9 lîreyan.
Nirxê dolar piştî rekora meha Mijdara 2020an a 8,50 lîreyî daketibû heta 7 lîreyan, lê îro 28ê Gulanê careke din bilind bû û gihîşt heta 8,59 lîreyan.
Herwiha nirxê euro jî bi dolar re bilind bû û niha li hember lîreyê tirk bûyer nêzîkî 10.50 lîreyan.
Li gorî nirxandinên aborîzanan ji ber ku aboriya Tirkiyê li hember krîzan gelekî nazik bûye, biryarên Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) gelekî bandorê lê dikin û herwiha saziya pîvandina aboriya welatên cîhanê Standard and Poors (S&P) jî wê raporekê derbarê Tirkiyê de pêşkeş bike ku çav li rê ye pûanê Tirkiyê biguherîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin