Bîlançoya 2 mehan a kustin û revandinên li Efrînê hat eskere kirin...

02 December 2021 16:08 0 dîtin
Bîlançoya 2 mehan a kustin û revandinên li Efrînê hat eskere kirin...

PeyamaKurd – Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê kom kirine, di nav mehên Cotmeh û Mijdarê de li Efrînê 6 kes bi destê çekdarên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin û 95 sivîl jî hatine revandin.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Roşîn Hido ragihandiye, li Efrînê 3 hezar darên zeytûnan hatine birîn û êzingên wan li sûkan hatine firotin.

Rêxistinê diyar kiriye, xelkê deverê ji neçarî berhemên mewsima zeytûnan bi bihayekî erzan difiroşin bazirganên girêdayî çekdaran ku piştre derbasî Tirkiyê dikin û piştre jî li sûkên Ewropayê bi bihayekî zêde difiroşin.

Herwiha hat eşkere kirin ku di nava du mehan de çekdaran yek ji wan jin 6 kes kuştine û 95 sivîl jî revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dike, li hemberî tawanên çekdaran û Tirkiyê destwerdanê bikin.