Li Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya 6 mehan: 247 girtinên ne yasayî, 112 kustin, 21 îdam…
PeyamaKurd - Saziya Mafê Mirovan ya Kurdpa derbarê binpêkirinên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê yên heyama 6 mehên destpêka îsal raporek belav kir.
Li gorî amaran di 6 mehên borî de 247 welatiyên Kurd hatine girtin û tevî kuştina kolberan 112 kes jî bi destê hêzên Îranê hatine kuştin.
Li gorî amarên raporê 247 welatî li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 37 kes ji wan jin in û hêj çarenivîsa 208 kesan nayê zanîn. Herwiha hatiye diyarkirin ku kesên zarok ên di bin 18 saliyê de jî di nav girtiyan de hene û bêyî belgeyên yasayî hatine binçavkirin.
Di rapora Kurdpayê de hatiye diyar kirin di nav 6 mehan de li Rojavayê Kurdistanê 28 kes bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û 104 kes jî birîndar bûne.
Herwiha li ser kuştin û birîndarbûna Kolberan jî hatiye ragihandin ku 83 kolber bi teqeya rasterast a hêzên Îranê û 10 kes jî bi teqeya leşkerên tirk hatine kuştin ku 10 kolber jî rastî lêdan û îşkenceyê hatine.
Li gorî amarên Kurdpayê li teqîna mînan jî 13 welatiyên Kurd can dane û 7 jî birîndar bûne.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku li Rojhilatê Kurdistanê di şeş mehên dawî de 21 kesên din hatine îdamkirin ku ji wan 13 kes bi tohmetên madeyên hişbir û 7 kes jî bi tohmeta qetlê hatine îdamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin