Li Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya vîrusa korona giran bû
PeyamaKurd – Hat zanîn ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 120 kesan ji ber nexweşîna Covid-19 jiyana xwe ji dest daye û îro jî 123 tûşbûyên nû hatin tomarkirin.
Li gorî danayên herî dawî, ji roja Yekşemê ve li parêzgeha Urmiye 3 kesan bi coronayê jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî bi vîrusê ketine.
Li Urmiye û Bokanê heta niha 31 kes mirine, 428 kes bi vîrusê ketine û 218 kes jî jê baş bûne.
Li Loristanê 2 kesên din mirine û jimara qurbaniyan li parêzgehê gihîştiye 32 kesan.
Li parêzgeha Sinê, kesekî din bi vîrûsê miriye û 31 tûşbûyên nû hatine dîtin, bi vê re hejmara giştî ya nexweşan li parêzgehê bûye 265 kes.
Li Kirmanşanê jî kesekî din jiyana xwe ji dest da û 7 kesên din bi Covid-19 ketin.
Li Îlamê kesekî din can daye û 17 kesên din jî nexweş ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin