Pêleke din a vîrusa Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê belav bû
PeyamaKurd – Pêleke din a vîrusa Koronayê li Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Zanîngeha Tibê ya Sineyê diyar dike, nexweşxaneyên parêzgeha Sineyê tije bûne û êdî nikarin pêketiyên din werbigrin. Herwiha li parêzgeha Ûrmiyê jî di nava 24 saetan de, 27 kesên din bi vê vîrusê can dan. Li Îlamê jî nişteciyên du gundan hemû bi vîrusa Koronayê ketin.
Cîgirê Serokê Zanîngeha Tibê ya Sineyê Seyîd Cedîd Îslamî destnîşan kir; li Sineyê nexweşxaneyên Koronayê tije bûne û niha ji bo wergirtina pêketiyên din cih tune ye.
Seyîd Cedîd Îslamî eşkere kiriye, parêzgeha Sineyê xeta sor a belavbûna vîrusa Koronayê derbas kiriye û ber bi rewşeke awarte diçe. Nêzîkî 900 pêketiyên Koronayê li Sineyê li nexweşxaneyan tedawî dibin, heta niha jî hezar û 666 kesan ji ber vê vîrusê can dane.
Her çiqas rayedarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê qala kêmbûna hejmara pêketiyan dikin jî, amarên rojane yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bilind dibin, di nava 24 saetan de 27 kesên din li parêzgeha Ûrmiyê can dan, di heman demê de nêzîkî 1500 kesên din jî bi vê vîrusê ketin.
Herwiha Navenda Rûbirûbûna Koronayê ya li Ûrmiyê di daxuyaniyekê de eşkere dike, rewşa zêdebûna Koronayê li parêzgehê ber bi kontrolkirinê ve diçe, lê belê li Îlamê rewş ber bi xerabiyê ve diçe. Zanîngeha Tibê ya Îlamê diyar kir, nişteciyên du gundan hemû bi Koronayê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin