Îstixbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê pêleke girtina kurdan daye destpêkirin

13 January 2021 20:23 0 dîtin
Îstixbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê pêleke girtina kurdan daye destpêkirin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê di çend rojên dawî de, li Rojavayê Kurdistanê  dest bi pêleke binçavkirina çalakvan û xwendekarên Kurd kirine ku piştî girtina 11 xwendekaran niha jî 6 kesên din binçav kirin.

Li gorî ragihandina malpera Hengaw a mafên mirovan li navçeya Naghedeh a parêzgeha Urmiyê hêzên rejîmê bi ser malekê Kurd de girtine û ji heman malbatên kesên bi navên; Ebdullah Hajî Ehmedî, Peyman Hajî Ehmedî û Gelawêj Ebdullahî binçav kirine.

Dîsa hevdem li navçeya Merîwan gundê Ney jî ciwanekî Kurd bi navê Adil Perwaze ji aliyê îtilata Îranê ve hatiye binçavkirin.

Li gorî Hengawê 11ê mehê jî li navçeya Bokan a Urmiyê ciwanekî kurd û heman rojê li Mehabadê jî welatiyekî bi navê Hesen Ebdî bi destê îtilat (îstixbarat) Îranê hatine binçavkirin ku çarenivîsa kesên hatine binçavkirin hê jî ne diyar e.