Bîlançoya cejnê ya 3 rojan: 22 mirî, 4 hezar û 43 birîndar

18 June 2024 11:02 0 dîtin
Bîlançoya cejnê ya 3 rojan: 22 mirî, 4 hezar û 43 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di qezayên trafîkê yên 3 rojên ewil ên betlaneya Qurbanê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê yê platforma medyaya civakî de der barê qezayên trafîkê yên di roja 3yemîn a cejnê de qewimîn de agahî parve kir.

Wezîr Yerlîkaya diyar kir ku di 3 rojên ewil ên betlaneya 9 rojan de di qezayên trafîkê de 22 kes mirin û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûn û wiha got: "Ji kerema xwe lezê zêde nekin. Em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê hem di wesayit û hem jî di otobusan de girêdin. Werin em rêzikên trafîkê bişopînin."

Yerlîkaya diyar kir ku di roja sêyemîn a cejnê de di nava 24 saetan de 824 qezayên trafîkê rû dane û di van qezayan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1327 kes jî birîndar bûne.