Bîlançoya karesata erdhejê her diçe girantir dibe

23 February 2023 20:07 0 dîtin
Bîlançoya karesata erdhejê her diçe girantir dibe

PeyamaKurd – Bi ser felaketa mezin a erdheja Mereşê de ku 6ê Sibatê rû dabû, 18 roj derbas bûn û her diçe bîlançoya canî û madî ya karesatê girantir dibe.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê heta niha 43 hezar û 556 mirinên erdhejê li 10 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine tomarkirin.

Herwiha erdhejê bandor li ser zêdetirî 14 milyon welatiyan kiriye ku yan endamên malbatên wan can dane û brîndar bûne, yan jî xaniyên wan hilweşiyane û xisareke mezin a madî li ser wan çêbûye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, îro 23yê Sibatê li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku di erdhejan de 448 xebatkarên tenduristiyê jî can dane û 528 jî birîndar bûne.

Di encama erdhejên mezin ên wêranker de, hê jî bi sed hezaran welatî ji derve ne û pêdiviyên wan bi çadir û cihên din ên starê heye.

Li aliyê din din li Sûriye û hin herêmên Rojavayê Kurdistanê jî karesateke mezin a mirovî ji ber felaketa erdhejê rû daye ku hejmara mirinan li gorî çavkaniyên herêmê gihîştiye nêzî 10 hezar kesan.