Bill Gates: Zîrekiya çêkirî dikare kompaniyên mîna Google û Amazon hilwesîne

24 May 2023 10:41 0 dîtin
Bill Gates: Zîrekiya çêkirî dikare kompaniyên mîna Google û Amazon hilwesîne

PeyamaKurd Damezrînerê Microsoftê Bill Gates got, teknolojiya zîrekiya çêkirî dikare dawiya kompaniyên wekî Google û Amazon bîne.

Di konferansa li ser zîrekiya sûnî ya li San Francisco, DY, damezrînerê Microsoft-ê Bill Gates got ku pargîdaniya ku wê arîkarek dîjîtal a kesane ya ku bikaribe ji mirovan re hin karan pêk bîne, bi îhtîmalek mezin wê pêşbaziya îstîxbarata sûnî bi dest bixe.

Bill Gates diyar kir, ev teknolojî dikare tevgera bikarhêneran bi awayekî radîkal biguherîne û got, "Kî alîkarê şexsî bi dest bixe, ew ê bibe tiştek mezin. Ji ber ku hûn ê careke din neçin motora lêgerînê. Hûn ê careke din neçin Amazonê."

Karsazê milyarder da zanîn, arîkarê zîrekiya çêkirî wê bikaribe hewcedarî û adetên bikarhêneran fam bike û wê bihêle ku ew tiştên ku wextê xwendinê tune fêr bibin.

Gates destnîşan kir, kompaniyên dêw dikarin di pêşbaziya îstîxbarata sûnî de bi ser bikevin, herwiha kompaniyên veberhênanê dikarin bi ser bikevin.

Gates eşkere kir ji bo ku arîkarê dîjîtal ji her kesî re peyda bibe wê hin dem bigire, Gates diyar kir ku di vê navberê de, kompanî wê berdewam bikin ku nermalava wekî ChatGPT li hilberên xwe biguncînin.

Gates, ku yek ji dewlemendtirînên cîhanê ye, amaje kir ku teknolojiya îstîxbarata sûnî ku nivîsên baş çêdike dikare bandorê li karkerên berstûkên spî bike.

Gates herî dawî got, ew di wê baweriyê de ne ku robotên însanî yên ku wê di pêşerojê de ji karkerên mirovan erzantir bin, wê bandorê li karkerên berstûkên şîn bikin.