Binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê rastî êrîsê hat
PeyamaKurd – Binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê li gundê Mêremînê yê herêma Efrînê rastî êrîşê hat.
Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve diyar kirin, îro danê sibehê binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê li gundê Mêremînê bi çend gulle hawinan hatiye armanckirin.
Herwiha çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve îddîa dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê topbaran kiriye.
Hat zanîn ku heta niha tu zanyarî derbarê encamên topbaranê û zeraran de nehatine eşkerekirin.
Heta niha tu daxuyaniyên fermî ji aliyê hêzên Tirkiyê û HSDê ve derbarê vê êrîşê de nehatine dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin