Biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Qerebaxê
PeyamaKurd – Dîwana Edaletê ya Navnetewî biryar da ku Azerbaycan li gorî berpirsiyariyên xwe yên li gorî "Peymana Navneteweyî ya Rakirina Hemî Formên Cûdahiya Nijadî (IAOKIS)", garantiyê bidin kesên ku piştî 19ê Îlonê dixwazin vegerin Qerebaxê û Qerebaxê biterikînin ku karibin bi ewlehî, bê astengî û bi lez derbasbûna xwe bikin.
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) derbarê daxwaza Ermenîstanê ya ji bo tedbîrên awarte yên derbarê Azerbaycanê de biryara xwe eşkere kir. Ji aliyê dadger Joan Donoghue ve hat ragihandin û bi 13 dengan li hemberî 2 dengan hat qebûlkirin.
Di biryarê de wiha hat gotin: “Kesên ku piştî 19ê Îlona 2023an li Qerebaxê mane yan jî vegeriyane Qerebaxê û dixwazin li vir bimînin, wê bê misogerkirin ku ew nekevin ber bikaranîna hêz an tirsandinê ku dibe sedem ew ji herêmê birevin."
Li gorî biryara navborî, ji Azerbaycanê jî tê xwestin ku qeyd, nasname, belgeyên milkiyeta taybet û tomarên ku têkildarî kesên di xala 1ê de hatine diyarkirin û xwediyê mafên pêwîst in, biparêze.
Ji aliyê din ve dadgehê ji aliyê Azerbaycanê xwest, di heyama 8 hefteyan de ji roja biryardayînê, raporekê li ser gavên ku ji bo cîbicîkirina tedbîrên demkî yên diyarkirî hatine avêtin, pêşkêş bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin