Blinken daxwazên DYAyê ji Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê re ragihand

13 May 2024 11:26 0 dîtin
Blinken daxwazên DYAyê ji Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê re ragihand

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant Yoav, bi rêya têlefonê hevpeyvînekê pêk anîn.

Wezîrê DYAyê Blinken di derbarê hevpeyvînê de diyar kir ku wî ji Gallant Yoav re ragihandiye ku "DYA li dijî operasyoneke bejayî ya leşkerî ya mezin a li ser Refahê ye ku zêdeyî milyonek kes lê koçber in."

Antony Blinken da zanîn ku wî peyama DYAyê ya ku li dijî hêrişeke mezin a li ser Refahê ne ji Yoav Gallant re ragihandiye û ji wezîrê Îsraîlê xwestiye ku şandina alîkariyên mirovÎ yên ji bo Xezzeyê hêsan bikin.

Blinken bi Gallant re bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derva ya DYAyê Blinken careke din tekezî li ser pabendbûna DYA ya ji bo ewlehiya Îsraîlê kiriye û diyar kiriye ku ji bo têkbirina Hemasê DYA û Îsraîl di heman eniyê de ne.

Blinken di nirxandina rewşa dawî ya Xezze û Refehê de li gel wezîrê îsraîlî, helwesta DYA ya li dijî hêrişeke mezin li ser Refahê ye, dubare kiriye.