Blinken li ser serê Îsraîl-Fîlîstînê wê seredana welatên herêmê bike

12 October 2023 23:59 0 dîtin
Blinken li ser serê Îsraîl-Fîlîstînê wê seredana welatên herêmê bike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser şerê navbera Îsraîl-Fîlîstînê wê seredana welatên herêmê bike.

Di nav welatên ku wê seredana wan bike û ber li belavbûna şer bigre, di nav wan welatan de Urdun, Qatar, Saûdî Arabistan, Îmarat û Misir hene. Wê di hevdîtinan de ji bo şer zêde nebe divê çi bêkirin, ji bo rehîneyan serbest berdin û ji bo parastina sîvîlan bikin, biaxifin.

Blinken, îro seredana serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu û seredana wezîrê karên derve yê Îsraîlê kiribû.