Serdozgerê Dadgeha Navdewletî ya Cezayê Kerîm Xan seredana Îsraîlê kir û wê here Fîlîstînê
PeyamaKurd - Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî Kerîm Xan seredana Îsraîlê kir û wê ji Îsraîlê here Fîlîstînê. Seredana Kerîm Xan ji bo dan û sitendinên bi kesên ji şer bandorê girtine bike, derfetekî baş e.
Gera Kerîm Xan tam kete wexta agirbesa demkî ya navbera Hamas û Îsraîlê. Kerîm Xan li ser daxwaza kesên ji êrîşa 7ê cotmehê rizgar bûne û malbatên ku candayiyên wan hene seredana Îsraîlê kir. Dadgeh ragihand ku wê Kerîm Xan here bajarê Ramallah a Fîlîstînê û bi rayedarên Fîlîstînê re hevdîtn bike. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Ziyaret her çendîn ne bi armanca lêpirsînê be jî, ji bo desteka temamê mexdûrane û ji bo ketina nav diyalogê derfetekî girîng e.”
Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê gelek welat ji bo sûcên Îsraîlê yên şer werin lêpirsîn, bang li dadgehê kirine û komelên mafên mirovan seredana dadgehê kirine ji ber Îsraîlê komkujiyê kiriye.
Serdozger Kerîm Xan berê seredana deriyê Refahê kiribû û ragihandibû ku alîkariya mirovî neçe Xezzayê dibe ku bibe sûcê şer.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin