Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ya Laheyê ji Mogolîstanê xwest ku Putin desteser bike
PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ku navenda wê Lahey e, ji Moğolistanê xwest ku dema serokê Rûsyayê Vladimir Putin seredana Moğolistanê bike, Putin bigrin an ku desteser bikin.
Ji ber ku Moğolîstan endamê Dadgeha Cezayê Navdewletî ya Laheyê ye û dadgehê berê di Adara 2023an de biryara girtina Putin daye, divê Moğolîstan biryarê bicîh bîne.
Berdevkê Kremlinê Dimitry Peskov ragihand ku ji berê de Rûsya biryara dadgehê nasnake, ji peyaman wan vekişiyaye û li ser seredana Putin ya payîtexta Moğolîtanê ya Batûrê, ti endîşeyekî Rûsyayê tine ye ji ber diyalogekî baş di navbera Rûsya û dostên wan yên Moğolîstanê de heye.
Piştî dadgeha Laheyê biryara girtina Putin daye û heya niha cara yekeme ku wê Putin roja Sêşemê seredana welatekî derve bike.
Berdevkê Dadgeha Laheyê Fadi el-Abdullah li ser seredana Putin ya Moğolîstanê di hevpeyvînekî xwe de gotiye ku Moğolîstan bi Dadgehê re hevkariyê neke, wê dadgerên dadgehê karibin rewşê tesbît bikin û li gor rewşê tedbîrekî bistînin.
Dema avakirina dadgehê li gor peymana ‘Statu ya Romayê’ hatiye avakirin û welatên endam divê şertên peymanê bicîh bînin lê dadgeh bi NY ve girêdaye û ti bandorekî wê an mekanîzmayekî wê tine ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin