Blinken û Çavusoglu bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di rêya telefonê de axifîn. Her dû wezîr li ser yekîtiya axa Ûkraynayê bûn hemfikir û Blinken got ku Amerîka hewlên Recep Tayip Erdoğan yên di derbarê çareseriya di rêya dîplomatîk de ji nêzde dişopînin. Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price li ser encama axaftina her dû wezîran daxwuyaniyeka nivîskî da çapemeniyê.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku her dû wezîr behsa firehkirina koordinasyona krîza Ûkraynayê û behsa tevgera bi hevre ya endamên NATO yê kirine.
Blinken ragihandiye ku her dû welat girêdayê yekîtiya axa Ûkraynayê û desthilata wê ne û hewlên Erdoğan yên ji bo çareseriya dîplomatîk not kirine.
Her dû wezîr behsa normalîzekirina têkiliyên navbera Ermenistan û Tirkiyê û bê di mijarê de Amerîka diklare çi destekê bide wan, li serê axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin