Bloomberg: Dibe ku Îran li dijî Îsraîlê tafilê hêrisekê pêk bîne

11 April 2024 13:47 0 dîtin
Bloomberg: Dibe ku Îran li dijî Îsraîlê tafilê hêrisekê pêk bîne

PeyamaKurd - Çapemeniya Amerîkayê angaşt ku rejîma Îranê û alîgirên wê dikarin li dijî Îsraîlê hêrişeke tafilî ya mûşekî û hewayî pêk bînin.

Di nûçeyên bi spartekên jêderên sîxuriyê hatine piştrastkirin de hatiye ragihandin ku egera hêrişeke ji nişk ve pir zêde bûye.

Kanala televîzyonî ya Amerîkî Bloomberg, di nûçeya xwe ya spartiye raportên sîxuriyê de, radigihîne ku dibe ku rejîma Îranê yan jî komên girêdayî wê, li dijî Îsraîlê hêrişeke mezin a mûşekî pêk bînin.

Bloombergê di nûçeya xwe de angaşt ku di her kêliyê de egera hêrişê heye û eger ev hêriş pêk bê wê şêla vê hêrişê xalên leşkerî yên li Îsraîlê bin.

Di nûçeyan de Li gel hebûna fikarên ku wê Îran di hêrişa xwe de mûşek an jî frokeyên bêmirov bikar bîne jî, tê gotin ku ya gring dema pêkhatina hêrişê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden jî li ser vê mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku wê DYA Îsraîlê li hember rejîma Îranê biparêze.

 

Biden wiha got: "Li hember gefên Îran û piştgirên wê, guman li ser pabendbûna me ya parastina Îsraîlê tune ye."

Ji aliyê din ve Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî gef li Îranê xwar û got: "Eger hêrişî welatê me bikin, ew ê ji bo xwe surprîzekê bibînin."