Bo Demîrtas kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin

11 May 2018 19:25 0 dîtin
Bo Demîrtas kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin

PeyamaKurd - Bo serbestbûna Namzedê HDPê yê Serokkomariyê Selahaddîn Demîrtaş kampanyaya îmzayê hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku bona berdana Selaheddîn Demîrtaşê ku di girtîgehê de ye û nikare kampanyaya bo serokkomariyê birêve bibe xebata îmzeyê hat destpêkirin. Di metnê îmzeyê de bang li Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Bilind û Desteya Hilbijartinê ya Bilind tê kirin, ji bo hilbijartineke maqûl ku di asteke herî nizim de be jî divê Demîrtaş serbest bê hiştin.     

Di malpera Change.org de bi sernameya “Adil”, “Azad”, bo hilbijartineke bêdek û adilane divê Demirtaş serbest bê hiştin. Herwiha dide zanîn ku der heqê Demîrtaş de biryara sizakirinê tune ye. 
Bal tê kişandin ku ji ber Demirtaş namzedê serokkomariyê ye û ne tenê mafên wî herwiha mafên hemwelatiyên Tirkiyê jî tê xespkirin. Lewra mafên hemwelatî û dengdêran e ku namzedê xwe ji nav kesên ku bi mercên adil û wekhev bi hev re pêşbaziyê dikin hilbijêre, ev heq hatiye xespkirin.
Di metnê Îmzeyê de Bang li Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Bilind û Desteya Hilbijartinê ya Bilind tê kirin ku, Ev rewş neqanûnî, neheq û li dijî prensîbên bingehîn ên demokrasiyê ye, ji bo di asta herî nizim de hilbijartineke adil  pêk were divê Demîrtaş serbest be.