Boko Haramê êrîs kir û 9 sîvîlan kust

15 April 2023 20:50 0 dîtin
Boko Haramê êrîs kir û 9 sîvîlan kust

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Yobeyê, li devera Buni Gariyê di encama êrîşa çekdarên rêxistina Boko Haramê de 9 sîvîl mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li welatê Nîjeryayê rêxistina Boko Haramê ji sala 2000an heya niha êrîşan dike û li dora 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Bi sedema êrîşên ser hewza Kamerûn, Çad û Nîjerê, heya niha bi hezarî kes koç kirine deverên din an jî welatên Ewrûpayê.