Bomba ku xistibûn rê teqandin: 5 mirî
PeyamaKurd – Li Pakistanê gelek caran jiyan aram nîne. Îro jî li eyaleta Hayber Pahtunhva, li herêma Swatê li devera Bara Bandaiyê bomba ku di rê de bicîh kiribûn bi cîhaza ji dûr de teqandin û di encamê de 2 polîs 5 kes mirin. Teqandin di wexta ku ereba Îdrîs Xanê ku endamê komîta aştiyê ye derbas dibû hat teqandin.
Li gor Ragihandina hêzên asayîşê yên polis; armanca teqînê kuştina Îdrîs Xan bû û heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.
Di sala 2007an heya 2009an di wexta ku Talîbana Pakistanê kontrola devera Swatê xistibû destê xwe, endamên komîta aştiyê li hemberê Talîbanê çekan hilanîbûn û şer kiribûn. Ev jî tê vateya ku çapemeniya Pakistanê gumanê ji Talîbana Pakistanê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin