Li Efrînê erebeya bombekirî teqandin: 4 mirî û 6 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê li bazara halê rebeyeka bombekirî hat teqandin û di encamê de 4 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ku navend Brîtanyaye; yek kes ji grûbên terefdarê Tirkiyê bi tevahî 6 kes hatine kuştin û 12 kes birîndarin. Li ser êrîşê 2 kes xistine binçav.
Li gor ragihandina parêzgeha Hatayê di teqînê de 3 kes mirine û 10 sîvîl birîndar bûne. Li gor parêzgeriya Hatayê teqîn di 12.45 an de çêbûye. Parêzgeh dibêje bûyer ji aliyê PKK/YPG ê de hatiye kirin lê heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin