Li Efrînê motorsiklêtek hate teqandin: Kustî û birîndar hene

27 December 2023 18:19 0 dîtin
Li Efrînê motorsiklêtek hate teqandin: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 27ê Kanûnê danê nîvro li navenda bajarê Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyan, teqîn li ser kolana Sirfîsê ya taxa Eşrefiye ya navenda bajarê Efrînê bi rêya motorsiklêteke bombekirî çêbûye.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di teqînê de zarokekî 6 salî ji ber giraniya birîna xwe can daye û 5 kesên din jî birîndar bûne.

Birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û hîn ti aliyekî berpirsiya teqînê li xwe negirtiye.

Hêjayî gotinê ye, ev teqîn piştî êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên jêr kontrola HSD û Rêveberiya Xweser pêk hat.