Li Girê Spî otomobîlek hate teqandin: 3 kustî, 2 birîndar...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, otomobîlek hate teqandin.
Li gorî zanyariyan, teqîn di otomobîleke çekdarên Ehrar El Şerqiyê de rû daye û bombe pê de hatiye teqandin.
Çavkaniyên herêmê ragihandiye ku di encamê de 3 çekdarên Ehrar El Şerqiye hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne ku bo nexweşxaneya Girê Spî hatine veguhestin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, li Girê Spî li ser kontrola deriyê sînorê Tirkiyê, ev çend roj in pevçûn di navbera komên çekdar de berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin