Kerkûk | Otomobîleke artêsa Iraqê hate teqandin
PeyamaKurd - Li navçeya Daqûqê ya dikeve başûrê Kerkûkê bombeyeke vedayî bi otomobîleke artêşa Iraqê hate teqandin. Li gorî zanyariyan di encama teqînê de, 3 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku li nêzîkî gundê Til'îda yê li navçeya Daqûqê bombeyek bi otombîleke leşkerî ya ketîbeya Mexawîr a artêşa Iraqê de teqiya ku ew hêza artêşa Iraqê li wê deverê ji ber liv û tevgera DAIŞê lêgerîn û kontrol dikir.
Bajarokê Daqûqê 40 km dikeve başûrê Kerkûkê û li gor serjimêriya sala 1947an, rêjaya Kurdan ji sedî 60 bû ku piraniya wan Kurdên Kakayî ne. Li Daqûqê ji bilî Kurdan, Ereb û Tirkmen jî hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çêbûye û çekdarên DAIŞê li wan deveran êrîşên xwe zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin