Li Qamislo bombe bi otomobîlekê de hate teqandin

11 February 2024 16:13 0 dîtin
Li Qamislo bombe bi otomobîlekê de hate teqandin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 11ê Sibatê li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, bombe bi otomobîlekê de hate teqandin û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan otomobîlek îro danê sibehê li ser rêya başûrê Qamişloyê bi bombeyekê hate teqandin. Hesabên medya civakî yên nêzî artêşa Tirkiyê jî belav kirine ku otomobîleke ku endamên YPGê tê de bûne, ji aliyê SÎHAyan ve hatiye teqandin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku di teqînê de 2 kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê birîndar veguhestine nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê.

Nasnameya her du kesên birîndar bûne eşkere nebûye.