Li Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de hat teqandin: Kesek birîndar bû
PeyamaKurd – Li Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de hat teqandin û di encamê de kesek birîndar bû.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî bombeyek ku di binê otomobîla Dr. Nîdal Misto de hatibû danîn teqiya û di encamê de jî kesek birîndar bû.
Hat ragihandin, Dr. Nîdal Miste ji gundê Maratê ye û teqîn li pêş mala wî ya li pişt nexweşxaneya Cîhan a li ser rêya Raco rû dabû.
Herwiha hat eşkerekirin, di encama teqînê de kesek birîndar bû û hin ziyanên madî çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin