Li Efrînê bombeyeke vedayî hat teqandin

19 May 2020 15:15 0 dîtin
Li Efrînê bombeyeke vedayî hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 19ê Gulanê li nava bajarê Efrînê bombeyeke vedayî teqiyaye û li gor agahiyan 2 kes birîndar bûne ku yek ji wan Kurdekî niştecihê Efrînê ye.

Li gorî zanyariyên xwecihî, îro danê nîvro teqînek bi rêya bombeyeke vedayî li nêzîkî çarêya nêzîkî bazara keskahiyê teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 18ê Adara 2018an ve ku Efrîn hatiye dagirkirin, gelek caran teqîn çêdibin û xelkê sivîl dibe qurbanîyê wan teqînan.

Di teqîna 28ê Nîsanê de ku barhilgireke bombekirî li nêzîkî bazara nava bajarê Efrînê hatibû teqandin, zêdetirî 50 kesan can dabû û 140 kes jî birîndar bûbûn.