Li Efrînê bombeyeke vedayî teqiya: Jin û mêrek birîndar bûn
PeyamaKurd – Di encama teqîna bombeyeke vedayî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ve, du kesên jin û mêr birîndar bûn.
Li gor agahiyên xwecîhî ragihand, li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Reco ya Efrînê ve, jin û mêrek dema bi traktora xwe diçûn ser zeviyê xwe, bombeyeke vedayî bi wan de teqiyaye.
Nezmî Îsmaîl Qoşo û hevjîna wî Emîne, di bûyerê de birîndar bûn û li gor zanyariyan; rewşa jinê giran e û dibe ku lingê Nezmî Îsmaîl Qoşo jî were jêkirin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, heta niha li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin