Bombeyeke vedayî bi karwaneke leskerî ya artêsa Iraqê de teqiya

09 February 2022 13:02 0 dîtin
Bombeyeke vedayî bi karwaneke leskerî ya artêsa Iraqê de teqiya

PeyamaKurd Li navçeya Segar ya li nahiyeya Rotbe ya li parêzgeha Enbarê, bombeyeke vedayî bi karwaneke leşkerî ya artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene

Li gor çapemeniya Iraqê daye zanîn, di encama teqînê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Zanyarî destnîşan dikin, di nava birîndaran de hejmareke welatiyên medenî jî hene.