Li Kerkûkê bombeyeke vedayî teqiya: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarokê Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê, şeva din bombeyeke vedayî bi karwaneke polîsê federalî ve teqiya û di encama de pênc kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin, bombeyeke vedayî li ser rêyeke sereke ya Daqûqê bi karwaneke polîsê federalî ve teqiyaye, pişt re DAIŞê moşekek arasteyî cihê teqînê kiriye.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin, di encama wê teqînê de pênc polîsên federalî hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne, ku heta niha bi hûrgilî nayê zanîn hejmara wan çend e.
Herwiha li gor zanyariyên destpêkê, dibe ku ev êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin