Li Kerkûkê bombe bi karwana artêsa Iraqê de teqiya: 3 kustî, yek birîndar
PeyamaKurd - Çavkaniyeke Polîsê Kerkûkê ragihand ku li dola Şay li sînorê Daqûqê bombeyek bi karwana artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de 3 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku îro Duşemê li sînorê Daqûqê bombeyek bi karwaneke leşkerî ya artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû ku ew bombe di dema vegera karwana leşkerî ya artêşa Iraqê de teqiyaye.
Çavkaniyê polîs daye zanîn ku leşkerê birîndar û du ji kuştiyan xelkê Kerbelayê ne û kuştiyê din jî xelkê parêzgeha Dîwaniye ye.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqîna bombeyê li xwe negirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin