Li Efrînê motorsiklêtek hat teqandin: 2 kustî…

24 June 2020 14:48 0 dîtin
Li Efrînê motorsiklêtek hat teqandin: 2 kustî…

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, teqînek çêbû ku li gor zanyariyên destpêkê 2 kes di teqînê de hatin kuştin.

Li gorî jêderên ji nav bajarê Efrînê, li taxa Mehmûdiyê motorsîklêteke bombebarkirî hat teqandin.

Di encama teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan can daye û hejmarek kes jî birîndar bûne.