Otomobîla leskerên Sûrî hat teqandin: 5 kustî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wesayîteke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyê, li nêzî bajarokê Eyaş ê girêdayî Dêrazorê hate teqandin û di encamê de 5 leşkerên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî medyaya Rûsyayê, li ser rêyeke şaxî ya li gundewarên Dêrazorê mayînek bi otomobîleke leşkerî ya hêzên Sûriyê de hate teqandin û di encama teqînê de 5 leşker hatin kuştin, efserek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku êrîş li nêzî bajarokê Eyaş (15 km li bakurê rojavayê bajarê Dêrazorê) pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin