Li Mexmûrê bombe bi otomobîla leskerên Iraqê de hat teqandin: 2 kustî, 3 birîndar...

03 April 2020 17:03 0 dîtin
Li Mexmûrê bombe bi otomobîla leskerên Iraqê de hat teqandin: 2 kustî, 3 birîndar...

PeyamaKurd – Hat ragihandin di encama teqandina bombeyekê de, li qezaya 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê, îro Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qezaya Mexmûrê bombeyek li ser rêya nahiyeya Qerac bi otomobîleke hêzên Iraqê de hatiye teqandin û di encama teqînê de 2 leşkerên Iraqî hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku leşkerên kuştî û birîndar ji Fewca 3 a Lîwaya 51 a ser bi Firqeya 14 a artêşa Iraqê ve bûn û dema bi otomobîleke leşkerî ber bi cihê yekîneyên xwe ve diçûn bombe li ser rêya wan teqiyaye.

Li ser aliyê ku ew bombe bi otomobîla leşkerên Iraqê de teqandine ti hurgilî nehatin belavkirin, lê wekî tê zanîn liv û tevgera DAIŞê li herêma Mexmûrê zêde bûye.