Li Xurmatûyê bombe bi leskerên Iraqê de teqandin: 1 kustî û 4 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya bi ser Kerkûkê li Xurmatûyê bombeya ku berê hatiye bicîhkirin, teqandin û di encamê de leşkerekî Iraqî mir û 4 leşker birîndar bûn. Li gor çavkaniyeka ku K24 ê jê agahiyê girtiye, îro IŞİD ê li gundê Zenge yê bi ser bajarokê Xurmatûyê ve bombeya ku bicîh kiribû teqandiye.
Tê gotin ku çekdarên IŞİD ê li gundê Zenge yê li nav wadî û çemê wê derê xwe vedişêrin.
Piştî 16 ê cotmeha sala 2016 an, bi vekişîna hêzên Pêşmerge ji deverên Kurdistanê ku arîşe li ser wan hene, IŞİD ê êrîşên xwe zêdetir kiriye û gelek caran êrîşên bombeyî pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin