Li Kerkûkê bombe bi leskerên Iraqê de hat teqandin

13 December 2020 10:53 0 dîtin
Li Kerkûkê bombe bi leskerên Iraqê de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema operasyonekê çekdarên DAIŞê bombe bi leşkerên Iraqê de teqand û di encamê de, leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan artêşa Iraqê li navçeya Dubiz a Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyonek pêk anî û dema leşkerên iraqî xwestin bikevin cihê stargeha terorîstên DAIŞê bombeya berê hatibû çandin bi wan de het teqandin.

Berpirsê Polîsê Kerkûkê Elî Kemal ragihandiye ku bombe ji dûr ve hatiye teqandin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin, 2 jî birîndar bûne.