Li Kerkûkê leskerên Iraqê ketin kemînê û 4 ji wan hatin kustin
PeyamaKurd – Yekîneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê da zanîn ku li Kerkûkê 4 leşkerên wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Li gorî wê zanyariyê, DAIŞê li Geliyê Zixêtûnê yê Kerkûkê, kemîn li ber wan leşkeran vedaye.
Miqdad Mîrî yê ku berdevkê Yekîneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ye, gotiye ku leşkerên Iraqê nêzî saet 10:00an ketine kemîna DAIŞê.
Li gorî agahiyên ku wî berdevkî dane, ew leşker ên hêza îstixbaratê bûne û ji bo kontrolkirina Geliyê Zixêtûnê çûne herêmê, lê belê ketine kemînê.
Her weha daye znaîn ku di wê kemîna DAIŞê de 4 leşkerên wan mirine û 3 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin