Borrell : Îsraîl taktîkên xelet birêve dibe
PeyamaKurd - Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewrûpa yê Polîtîqayên bi Derve re û Ewlehiyê Josep Borrell daxuyand ku Îsraîl li gor taktîkên ku li bakûrê Xezzeyê pêk anîbû, li başûrê Xezzeyê taktîkên herî xelet û xirab bikar tîne û ew jî dibe sedema zêdebûyîna kuştina sivîlan.
Josep Borrell, li Brükselê beriya civîna bi Wezîrên Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê re, li ber deriyê ciyê civînê daxuayniyekî belav kir.
Borrel daxuyand ku ji ber ku Amerikayê di civîna Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ku di 8ê Berfemabarê de ji bo pêşnûmeya bangewaziya agirbestê li Xezzeyê dikir, pêşnûmeyê red kiriye xemgîn e û balê kişand ku welatên Yekîtiya Ewrûpayê dengên erê ji bo ragihandina agirbestê dane.
Borrell, daxuyaniya xwe wiha berdewam kir:
"Di vê navberê de bombardûman bi awayekî gur berdewam dike, ji civîna G7 û heta civînên din ku heta îro hatine kirin, em dibêjin ku divê Îsraîl taktîkên xirab ku li bakûrê Xezzeyê bikar anîbû divê li başûrê Xezzeyê bikar neyne. Lê dîsa ew xeletî tê dubarekirin û bi taktîkên herî xirab ku dibin sedema zêdebûyîna kuştina însanên bê tawan û sivîl tên bikaranîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin