Bozdag bona mijara îadekirina 'Gulen' bersiv da Muharrem Înce

18 May 2018 19:20 0 dîtin
Bozdag bona mijara îadekirina 'Gulen' bersiv da Muharrem Înce

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag, li ser Gulen cewan da namzedê CHPê Muharrem Înce û got: "Tirkiyeyê serekê terorîstan ku digel 15ê Tîrmehê failê gelek sûcan e Gulen li gor rê û rêzikan ji Amerîkayê xwestiye ku bê îadekirin."

Bozdag di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de nerazîbûn nîşanî îdiayên Muharrem Înceyê namzedê serokkomariyê yê CHPê li ser îadekirina Fetullah Gulen da û wiha got, "Tirkiyeyê Gulenê serekê terorîstan ku tevî 15ê Tîrmehê failê gelek sûcan e li gor rê û rêzikan ji Amerîkayê xwestiye ku bê îadekirin."

Bekir Bozdag diyar kir ku Înce rast nabêje û wiha got, "Birêz Înce tu bi eşkereyî derewan dikî û ji Amerîkayê kî geriyabe tu li ser navê wî bêyî ku şerm bikî îftira diavêjî welatê xwe."

Bozdag di berdewamiya daxuyaniya xwe da wiha got, "Birêz Înce ji bîr neke ku gelê Tirk kesên ku ji dewletên din ji wan ra têlefon bê wekî maşik dibîne û maşikan jî wekî serokomar hilnabijêre."