Brîtanya guvasên li Îranê tûndtir kir: Îsmaîl Qaanî kete lîstê

15 December 2023 18:17 0 dîtin
Brîtanya guvasên li Îranê tûndtir kir: Îsmaîl Qaanî kete lîstê

Peyama Kurd - Hikûmeta Brîtanya ragihand ku ji ber ‘gefên bêmînak’ ên rejîma Îranê yên li ser aştiya Rojhelata Navîn û planên kuştina kesên li Brîtanyayê, ew ê guvaşên nû li ser Fermandarê Hêzaa Qudsê ya girêdayî Pasdarên rejîma Îranê Îsmaîl Qaanî bisepînin.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê, li gel Fermandarê Hêza Qudsê ya rejîma Îranê Îsmaîl Qaanî û endamên Hêza Qudsê ya Filistînê Mihemed Seîd Îzedî, Elî Şîrazî, Mecîd Zareyî û Mistefa Mecîd Hanî jî ketine lîsteya guvaşan.

Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) David Cameron duh gotibû, “Helwesta rejîma Îranê, ji bo Brîtanya û hevkarên me ‘metirsiyeke ku nayê qebûlkirin peyda dike. Îran li xelkê li ser axa Brîtanyayê dijin her gefên metirsîdar peyda dike û bi rêya piştgiriya komên çekdar ên girêdayî xwe yên wek Hemas û Cîhada Îslamî, bandora xwe ya neyînî ji bo têkdana aramiya li Rojhilata Navîn bikar tîne."

Guvaşên nû yên hikûmeta Londanê derfetên berfireh dide Brîtanyayê ku çalakiyên dijminane yên Îranê li Brîtanya û li seranserê cîhanê asteng bike.

Her wiha ev guvaş wê bandorê li şandin û henardekirina parçeyên yedek ên bernameya dronê ya rejîma Îranê jî bike.

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Berpirsê Hêza Qudsê Mecîd Zareyî, bi hêceta ku piştevaniya Hemas û Hizbullaha Lubnanê dike, ketiya lîsta kesên guvaşbar.

Cîgirê Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Wally Adeyemo di daxuyaniyekê de got: "Amerîka bi hevkarên xwe, bi taybetî bi Brîtanyayê re, ji bo tekoşîna li dijî fînansekirina terorê û gefên rejîma Îranê bê navber wê di nav hewldanan de be."