Brîtanya: Heta hêzên derveyî kontrola dewletê hebin, Iraq aramî û pêsketinê nabîne!
PeyamaKurd - Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey, bi peyameke ku bi Kurdî belav kir, êrîşa şeva borî ya ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Hickey di peyama xwe ya li ser twitterê belav kir de got: “Heta hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê kar bikin, Iraq aramî û pêşketinê bi xwe ve nabîne.”
Hickey di peyama xwe de got ku ew êrîşên doh bi tundî şermezar dike û diyar kir, “Ev êrîş tenê zirarê û dilgiraniyê belav dikin li Iraqê. Heta hêzên çekdar li derveyî kontrola dewletê kar bikin, Iraq aramî û pêşkeftinê bi xwe ve nabîne. Brîtanya piştevaniya hêzên ewlehiyê dike ji bo nehiştina van êrîşan û piştrastbûna ji cezakirina êrîşkaran.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin