Rûsya: Li Donetskê 3 wargeh ketin bin kontrola hêzên me

10 September 2024 15:52 0 dîtin
Rûsya: Li Donetskê 3 wargeh ketin bin kontrola hêzên me

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê li herêma Donetskê wargên Galitsynovka, Grigorovka, Krasnogorovka û Vodyanoye bi dest xistiye.

Di daxuyaniya Wezaretê de di derbarê çalakiyên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên li Ûkraynayê de agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşveçûna artêşa Rûsyayê ya li eniya Ûkraynayê didome û ev agahî hatin dayîn:

"Di encama çalakiyên leşkerî de, yekîneyên komên leşkerî yên navendî, wargehên Galitsynovka, Grigorovka, Krasnogorovka û Vodyanoye yên Komara Gel a Donetskê rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 24 demjimêrên dawî de 175 frokeyên bêmirov ên Ûkraynayê hatine têkbirin, mûşekên Hammer û HIMARS yên Fransî ku dabûn Ûkraynayê hatine têkbirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji destpêka operasyona leşkerî heta niha 642 froke, 283 helîkopter, 31 hezar û 341 frokeyên bêmirov, 579 sîstemên mûşekî yên parastina hewayî, 17 hezar û 980 tank û zirîpoş, 1449 roketavêjên pirlûle, 14 hezar û 415 obus û hawan, 25 mûşek û 1868 tirimpêlên taybet ên leşkerî yên artêşa Ûkraynayê hatine têkbirin."

Artêşa Rûsyayê ji 1ê Îlonê û vir ve 10 mezrayên li herêma Donetskê xistine bin kontrola xwe.