Rûsya: "Me li Donetskê 2 cih bi dest xistin"

15 December 2024 23:11 0 dîtin
Rûsya: "Me li Donetskê 2 cih bi dest xistin"

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li herêma Donetskê qezayên Veseliy Gay û Pûşkîno hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de derbarê pêşketinên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên li Ukraynayê de agahiyên nû hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê li Donbasê hin xalên girîng bi dest xistine û wiha hat gotin, "Di encama çalakiyên bi biryar ên yekîneyên leşkerî yên başûr de, taxa Veseliy Gay ya Komara Gel a Donetskê û taxa Pûşkîno jî di encama êrîşên aktîf ên yekîneyên leşkerî yên navendî de hatin rizgarkirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qereqola radarê ya AN/MPQ-65, 4 sekvanên pergala moşekan a Patriot a Amerîkayê, binesaziya baregehên hewayî yên leşkerî, yekîneyên leşkerî yên li 146 herêman û xalên ku amûr hatin berhevkirin. Di êrîşên hêzên hewayî de, balafirên bêmirov (ÎHA) û yekîneyên moşek û topan derb kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di xeta parastinê de balafireke şer a Mig-29 a Hêza Hewayî ya Ukraynayê, 8 moşekên ji pergala roketavêj a HIMARS a DYAyê hatin avêtin û 116 balafirên bêmirov ên bi tîpa balafiran hatin xistin.