Rûsya: Me Vyshneveya li Donetskê bi dest xist

03 November 2024 23:00 0 dîtin
Rûsya: Me Vyshneveya li Donetskê bi dest xist

PeyamaKurd – Rûsyayê îdia kir ku gundê Vyshneve yê li nêzî Pokrovskê navenda stratejîk a Donetskê xistiye bin kontrola xwe.

Li gorî medyaya Ukraynayê, Rûsyayê di dawiya hefteyê de 96 êrîşên balafirên bêmirov li ser Ukraynayê pêk anîn. Artêşa Ukraynayê îdîa kir ku 66 ji wan xistine xwarê.

Hat ragihandin ku Kîev, Sumy, Chernihiv û Kharkiv di nav 10 herêmên ku ji ber êrîşên balafirên bê mirov bandor bûne de ne. Li Kîevê, hilweşîna yek ji dronan zirar da binesaziya sivîl.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di peyamekê de ku roja Yekşemê di Xê de hat weşandin de got: "Di hefteya borî de [Rûsya] zêdetirî 900 bombe, derdora 30 moşek û nêzîkî 500 "Shahed" bi kar anîn ku deverên cuda yên welat kirin armanc."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, Rûsyayê jî îdia dike ku gundê Vyshneve yê li nêzî Pokrovskê ku navenda şer li rojhilatê Ûkraynayê ye, bi dest xistiye.